• Friday, 29 November 2024
logo

Bernama boykot kirina dibistanên tirkî li Mêrdînê

Gulan Media September 19, 2010 Nûçe
Bernama boykot kirina dibistanên tirkî li Mêrdînê
Kampanyaya boykota dibistanan a ji aliyê TZPKurdî ve bi slogana "Em perwerdeya zimanê zikmakî dixwazin" wê li Mêrdînê bi gelek bernameyên cuda cuda bê meşandin.

TZPKurdî, di navbera 20 û 25'ê îlonê de bi slogana "Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin" kampanyaya boykota dibistanan dide destpêkirin. Bernameya têkildarî kampanyayê li navçe û navenda Mêrdînê hate aşkerakirin. Seroka Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Qoserê Hamdiye Turgay, têkildarî mijarê li avahiya komelê daxuyanî da çapemeniyê.
Turgay, diyar kir ku ew wê di çarçoveya biryara TZPKurdî de li navçe û navenda Mêrdînê gelek bernameyan li dar bixin. Turgay, da zanîn ku ew dê sibê saet di 16.00'an de li ber KURDÎ-DER'ê meşekî girseyê li dar bixin û ji hemû gelê Qoserê piştgirî xwest. Turgay, bilêv kir ku li navenda navçeyê 30 hezar belavok belavkirine û banga beşdarbûna meşê kir.

Bernameya TZPKurdî ya navçe û Mêrdînê wisaye:

QOSER

* 19 îlon: Meşa girseyî û daxuyaniya çapemeniyê

* 21 îlon: Perwerdehiya sembolîk

* 22 îlon: Li ser dîroka kurdan panel

NAVENDA MÊRDÎNÊ

* 20 îlon: Li ser dîroka kurdan panel

* 22 îlon: Perwerdehiya sembolîk

* 23 îlon: Meşa girseyî û daxuyaniya çapemeniyê

NISÊBÎN

* 20 îlon: Perwerdehiya sembolîk

* 21 îlon: Meşa girseyî û daxuyaniya çapemeniyê

* 23 îlon: Li ser dîroka kurdan panel

DÊRÎK

* 21 îlon: Li ser dîroka kurdan panel

* 22 îlon: Meşa girseyî û daxuyaniya çapemeniyê

* 23 îlon: Perwerdehiya sembolîk

ŞEMREX

* 24 îlon: Meşa girseyî û daxuyaniya çapemeniyê
Top