Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnerê Sekreterê Giştî yê NY kir
Di hevdîtinê de, her du alî nêrîn û dîtinên xwe yên sebaret bi wan guftugoyên ku li navbera qewareyên serkeftiyên hilbijartinan da têne encamdan û ew berbestên ku têne rêya proseya siyasiya li welat da danustandin kirin.
Serok Barzanî wan hewlên berdewamiyên ku têne dayîn yên bi navê pêkanîna Hikûmetekî hevbeşa nîştimanî li Iraq de ji bo birêz Ad Melkert ronahî kir û ji bo derçûna ji wê qeyrana siyasiya ku tuşî Iraqê bûye û wê destpêşxeriyê xiste rû ku biryar wihaye li demeke nêzîk da bixe li ber qewareyê siyasiyan ku pêwendî bi dabeşkirina desthilat û hevbeşa li hukim û bercestekirina hevkariya nîştimanî û beşdarîkirina sercem qewareyê serkeftiyê çalakan heye ya li Hikûmeta nû da û li vî warî de Serok Barzanî pêşniyara pêkanîna lîjneyeke biçukkirî kir ji bo gengeşekirina wê destpêşxeriya ji aliyê qewareyê serkeftiyan ku eger karîn li çarçêweya wê lîjneyê da bigihin encamek an jî li hevdû nêzîkbûnek êdî kombûnekî serkirdeyên wan aliyan bête sazkirin ku bi merca ew kombûn encama xwe hebê.
Birêz Ad Melkert vê destpêşxeriya Serok Barzanî bi destpêşxeriyekî çalak û girîng wesif kir û ragihand ku ew destpêşxeriya Serok Barzanî li kombûna paşarojê da ya li gel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dixe rû, li vî warî de jî Ad Melkert ronahî kir ku Neteweyên Yekgirtî hêvîdare Serok Barzanî li rêrewa guftugoyên pêkanîna hikûmeta nû da hengaveke berbiçav bibînê û rexsandina pêvajoya handan û rûhiyeta berpirsiyarî û berbiçav girtina berjewendiya welat û gelê Iraq û li komkirina qewareyê siyasiyan de tekîd jî li ser rola bi bandora Serok Barzanî kir.
Her wiha li mijareke dinê vê hevdîtinê de, tîşk xistin li ser proseya serjimêriya giştî ya runiştvanan ku biryare li meha tişrîna yekema îsal bête encamdan. Serok Barzanî tekîd li ser encamdana vê proseyê ya li dema diyarîkirî de kir û ragihand ku ev prose tu meramekî siyasî li pişt de nîne, belku ji bo berjewendî û binyadnana paşarojeke geşe ji bo hemû Iraqiyan û sebaret bi zanyariyên vê proseyê jî li ser pêkhatên netewî û ayînî ve dûpat kir ku divê li vî warî de pişt bi wan zanyariyan bibestin ku li destûra bingehîn de hatiye diyar kirin.