HAK-PAR Êrişa Colemêrgê li dijî demokrasî û aşitiyê bû
Li gorî nûçeya CHA ê, Demir bal kişand ser dema encamdana êrişê û got, pêk hatina vê êrişa dirindane piştî referandûmê dike ku mirov hzira xwe bike.
Demir diyar kir ku di navbera 20-30 salên borî de, dema ku xebatên çareseriya pirsgirêka kurd dikete pêvajoyeke hestiyar, çalakiyên wiha ên pir hovane pêk dihatin.
Demir got “Armanca vê çalakiyê demokratîkbûn û sivîlbûna Tirkiyeyê ye. Hewldan e bo têkdana xebatên dirêjkirina agirbesta ku 20ê îlonê bi dawî tê. Divê hikûmet bi biryar li hember xefikên wiha raweste. Divê hêzên demokratîk û neteweyî ên kurd û alîgirên demokrasiyê û guhertinê li hember bûyerên wiha şiyar bin.”