• Friday, 29 November 2024
logo

Barzanî di hewla çareserkirina aloziyan de ye

Gulan Media September 18, 2010 Nûçe
Barzanî  di hewla çareserkirina aloziyan de ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hewla komkirina aliyên siyasî yên serketî di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de ye bi merema çareserkirina aloziyên welat.

Endamê Şanda Koma Fraksiyonên Kurdistanî Mehmûd Osman ji AKnewsê re wiha got, “Mesûd Barzanî bo sazkirina civînekê û baheskirin li ser programên hikûmetê aliyên siyasî yên serketî di hilbijartinan de vexwendiye”.

Osman wiha pê de çû, “Rijdbûn li ser postê serokwezîr û rêketina li ser nabe sedema çareserkirina pirsgirêkan û pêwîste bo meşandina karê hikûmetê di dewra dahatî de hizrên hevbeş hebin, û ger li ser postê serokwezîr lihevkirin hebe û li ser bernameya hikûmetê tifaq nebe, wê demê gotûbêj bê mifah in”.

Osman axaftina xwe wiha domand, “Pêwîst e li ser piraniya pirsan tifaq hebe di navbera komên siyasî de, da ku di dema meşandina karê hikûmetê de pirsgirêk di navbera aliyan de durist nebin”.

Osman destnîşan kir ku her çend kurd bi vê tê tawanbar kirin ku di pêkanîna hikûmetê de bê helwest in, lê kurdan gotûbêjên girêdayî pêvajoya siyasî pêşkêş kirine û niha jî Serokê Herêmê bi vê meremê di hewldanê de ye.

Şanda Kurdistanî bi merema çareserkirina pirsgirêka pêkanîna hikûmetê nivîs û daxwaziyeke 29 xalî pêkêşî aliyên siyasî kiriye ku daxwaziyên herî giring xala 140’ê û mijarên girêdayî protokolên petrol û gazê û hêza pêşmerge ye.

Ji koma 324 kursiyên Parlamenta nû ya Iraqê kurd xwediyê 57 kursiyan in ku 43 kursî bo Lîsteya Hvepeymaniya Kurdistanê ne, 8 kurdî bo Tevgera Goran, 4 kursî bo Lîsteya Yekgirtiya Îslamî û 2 kursî jî bo Komeleya Îslamî ye.

Jêder: Aknews
Top