Civîneke berfireh bi diplomatkarên biyanî re
Di civînê de ku Peter Van Liyon sefîrê Holendayê yê li Îraqê amade bû, Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve bixêrhatina hemû mêvanan kir û hêvî kir ku ew civîn bibe destpêka zêdetir xurtkirina têkelyan di navbera herêma Kurdistanê û nûneratî û konsolxaneyên biyanî yên li herêma Kurdistanê.
Mistefa di berdewamiya axaftina xwe de behsa peywendiyên herêma Kurdistanê bi welatên biyanî ra kir û wê rola nûneratî û konsolxaneyên biyanî yên li herêma Kurdistanê di warê zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di hemû waran de bilind nirxand.
Paşî Kerîm Şingalî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê li ser rewşa dawiyê ya herêma Kurdistanê di warê aramî û emnî de peyvî û wî de berdewamiya axaftinaq xwe de ji mêvanan ra behsa encamên komîteya lêkolîna dosdyeya terorkirina xwendekar Serdeşt Osamn kir û gor kul i gor rapora komêteyê Osman ji aliyê rêxistina terorîst Ensar Îslam ve hatiye teror kirin.
þ Ji aliyê xwe Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê behsa rewşa siyasiya Îraqê û xebetên ji bona pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê tê kirin kir. Hisên helwest û dîtinên birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li dor pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê ji diplomatkarên biyanê re diyar kir.
Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê behsa destpêşxeriya serok Barzanî kir û got ku serok Barzanî ji bo derbasbûna Îraqê ji wê aloziya ketiye têde dê pirojeyekî pêşkeşî aliyên îraqî bike.
Konsolos û nûnerên welatên biyanî yên li herêma Kurdistanê her yekî cuda behsa kar û xebatên xwe yên li herêma Kurdistanê kir.