• Friday, 29 November 2024
logo

Di encama teqînekê de li Geverê 13 kes birîndar bûn

Gulan Media September 17, 2010 Nûçe
Di encama teqînekê de li Geverê 13 kes birîndar bûn
Di merasîma veşartina termê 2 kesên ku di encama teqîna duh de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn, bombek teqiya û di encam de 13 kes birîndar bûn.

Li gor nûçeya CHAyê, termên Cani Dayan û Semiha Dayan ku di teqîna duh li Colmêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn, îro li Geverê li gundê Akalın hatin veşartin.

Di dema vegerê de, li kolana Cengiz Topel di navbera hêzên polîs û grûbekê de pevçûn derket. Di vê navberê de li nêzîkî Navenda Kar a Geverê teqînek rûda.

Li gor agahiyên destpêkê, di teqînê de 13 kes birîndar bûn ku 9 jê polîs in.

Li Colemêrgê duh li gundê Geçitliyê di encama teqînekê de 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Heta niha kesekê berpirsarya teqînê negirtiye ser xwe.
Top