• Friday, 29 November 2024
logo

KCK: "Teqîna Colamêrgê, çalakiyek ya kontre ye”.

Gulan Media September 16, 2010 Nûçe
KCK:
Serokatiya Konseya Birêvebir ya KCK’ê têkildarî teqîna ku îro li Colemêrgê pêkhatî ku têde 9 kes hatî kûştin daxuyanî da...
Serokatiya Konseya Birêvebir ya KCK’ê têkildarî teqîna ku îro li Colemêrgê pêkhatî ku têde 9 kes hatî kûştin daxuyanî da. KCK’ê got: “Ev çalakî, çalekiyek ya kontre ye”.

Serokatiya Konseya Rêvebir ya KCK’ê têkildarî teqîna ku li hember dolmîşa rêwiyên sivîl pêkhatî û têde10 kesan jiyana xwe ji dest dayî daxuyanî da û ragihand tu têkileyek wan bi bûyerê re tûneye.

EV ÇALAKIYEK KONTREYE

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Biryara bêçalakiyê ya tevgera me ku ji 13’ê tebaxê heya 20’ê Îlonê dayî didome. Ger rewşek cûda dernekeve wê ev biryara me heya 20’ê Îlonê bidome. Piştî şehadeta 9 gerîllayên me, hêzên me yên HPG’ê li hember leşkeran mafê xwe yê bersîvdayînê bi kar anîye. Ji dervey vê çalakiya bersîvdanê wê hêzên me yên HPG’ê tu çalakiyek din heya 20’ê Îlonê li dar ne êxin.

Çalakiya ku îro li hember wesayîta sivîl li nêzî beldeya Peyanis ya Colemêrgê pêkhatî, bi hîç awayek têkilaya hêzên me pêre nîne. Ev çalakiyek kontraye. Gelê me yê welatparêz ê Colemêrgê bi neçûna ser sindoqan qerara boykotê bi cîh aniye. Gelê me yê Colemêrgê bi vê helwesta xwe nîşandaye alîgirê naskirina îradeya azade û ligel têkoşîna azadiyê cîh digirin. Ger mirov ji sedî 7 karmendên dewletê bigre berçavan, cerdevan jî ligel hemû kes li rex welatparêziyê helwest nîşandaye. Bitaybet beldeya peyanis ji sedî 99 boykot pêk aniye. Bi tenê 5 kes çûne ser sidoqan. Jiber vê çendê ev êrîş wek bersivek li hember helwesta gelê me yê Peyanisê hatiye pêkanîn. Beldeya Peyanis û tevahî gelê me ê li herêma Silahiyê tu zererek ne daye têkoşîna azadiyê. Ew mirovên me yên di xeta azadiyê de xwedî helwestin. Ev êrîşa li Peyanisê li hember wesayîta sivîl pêk hatî li hember xeta azadiyê ya gelê Kurd û îradeya wan ya demokratîk pêk hatiye. Ev êrîşa kirêt ya ji aliyê ev rêxistinên kontre yên girêdayî dewletê li hember gelê me pêk hatî, hewldaneke ya çewsandina îradeya azad ya gel, cezakirin û hesap pirsînêye.”

SEROKWEZÎR COLEMÊRGÊ HEDEF NÎŞANDAYE

KCK’ê destnîşankir ku piştî referandûmê di helwesta dewletê ya li hember gelê herêma Colemêrgê de guhertinek ji kokê pêk hatiye û wiha berdewam kir, “Di nêzikatiya dewletê ya piştî referandûmê a li hember gelê herêma Colemêrgê de guhertinek bi kok pêk hatiye. Bi taybet piştî referandûmê Serokwezîr bi dayîna navê Colemêrgê , Colemêrg kiriye hedef û divê ev ji çav neyê revandin. Bi taybet li Şemzînan dûh bi şev taxên ku sivîl lê rûdinin bi dirêjahiya şevê hatiye dana ber guleyan, mala şaredarê Şemzînanê bi awayek raste rast hedef girtin û heqaret kirin bi taybet ji devê amîrê mulkiyê xeber (cûn) dayîna serokê şaredariyê hewlesta dewletê bi awayek berçav radixe holê.”

EM HIKUMETÊ HÎŞYAR DIKÎN, GELÊ ME YÊ COLEMÊRGÊ NE BITINÊYE

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ziman, “Her çend ku gelê me yê Şemzînanê vê nêzîkatiya xirab dayibe çapemeniyê jî lê hikumet tu bertekek nîşan ne daye û ev komkujiya îro li Colemêrgê pêk hatî jî polîtîkayek ya helandinê a Dewleta Tirk li hember Colemêrgê ye. Em livir di serîde serokwezîr û hemû AKP’ê û dewletê şîyar dikîn. Divê ev pêkanîn li hember gelê me neyê kirin û gelê me yê Colemêrgê ne bi tinêye. Ev êrîşa li hember Colemêrgê pêk hatî li hember tevahî gelê Kurd pêkhatiye û divê dawî li van pêkanîna were.

Em jibo malbatên van mirovên me yên di buyerê de jiyana xwe ji dest dayîn û gelê Kurd sersaxiyê dixwazîn. Emê van mirovên xwe yên di vê buyerê de jiyana xwe ji dest dane weke şehîdên aştî û demokrasiyê di tekoşîna xwe de bidîn jiyankirin.”
Jêder: avestakurd
Top