• Monday, 22 July 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şanda danustankarê koma Frakisyonên Kurdistanî civiya

Gulan Media September 16, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel şanda danustankarê koma Frakisyonên Kurdistanî civiya
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel şanda danustankarê koma Frakisyonên Kurdistanî civiya.

Di kombûnê da, kar û çalakiyên şandê li demên derbasbûyî de hate nirxandin û hevdîtin û pêşwaziyên Serok Barzanî jî li gel hêz û aliyê siyasiyên Iraqê yên li ser pêkanîna Hikûmeta nû hate axaftin û li vî warî de gûhertin û pêşketinên dawî jî hatin nirxandin û ronahî jî xistin li ser kar û bernameyên vê dawiyê ya şanda danustankarê li Bexda.

Her wiha li vê civînê de, cext li wê yekê hate kirin ku her çi zû ve Hikûmetekî hevbeşa nîştimanî bête pêkanîn û ji bo pêkanîna vê mebestê jî biryar hate dayîn ku şand berdewam bê li ser xulekî dinê danustandinê ya li gel firaksiyonên Iraqiyan da.

Li mijareke dinê vê kombûnê de tîşk xistin li ser wê destpêşxeriya ku biryare Serok Barzanî pêşkêşî aliyê siyasiyên Iraqê bike bi mebesta tevgerandina pêvajoya siyasiya Iraqê û komkirina wan aliyên li ser bingeha tewafuq û dabeşkirina desthilatê da û li vî warî de jî şanda danustankar piştgîriyê li wê destpêşxeriya Serok Barzanî kir û tekîd jî li wê yekê kirin ku pêwîste çareseriya qeyrana siyasiya Iraqê di destê Iraqiyan ve bête kirin.
Top