• Wednesday, 15 May 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li wezîrê saxlemiyê yê Urdinê kir

Gulan Media September 16, 2010 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li wezîrê saxlemiyê yê Urdinê kir
Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Nayîf Hayîl Fayz wezîrê tendirustiyê Urdinê û Saleh Mehdî El Hesnawî wezîrê tendirustiyê Iraqa Federal kir.

Di hevdîtinekê de ku Tahîr Hewramî wezîrê tendirustiyê herêma Kurdistanê amade bû, wezîrê tendirustiyê Urdinê silavên şah Abdullahê duyem şahê Urdinê gihandin serok Barzanî û wî got ku ev serdan piştî wê serdana serok Barzanî ya bo Ammana paytexta welatê Urdin tê ku li gel şah Abdullahê duyem şahê Urdin û berpirsê bilindên siyasî, bazirganî û aboriyê urdinî, bi mebesta pêşxistina pêwendiyên di navbera herêma Kurdistanê û Urdinê, civiya bû.

Di vî warî de wezîrê tendirustiyê Urdinê balkişand li ser girîngiya herêma Kurdistanê ku wekî pireke ji bo hemû Iraqê û behsa rewşa aramiya Kurdistanê kir. Hayîl Fewaz tekîd jî ku di vê serdanê da çend pirsekî girîng li gel wezîrê tendirustiya herêma Kurdistanê encam dide. Yek ji wan şandina nexweşan bo Urdin bi mebesta çareserkirinê û anîna dixtor û pîsporên urdinî yên ji bo rahênana dixtor û karmendên warê sexlamiyê li herêma Kurdistanê.

Serok Barzanî bi xêrhatina mîhvanan kir û tekîd li ser pêşxistina pêwendiya di navbera Urdin û herêma Kurdistanê û sûdwergirtina li şarezayiya wî welatî di warên cûda cûdayan da kir, bi taybetî di warê tendirustiyê de û amadehiya Herêmê jî li pêşkêş kirina hêsankariyên pêwîst derbirî.

Her wiha serok Barzanî ji bo vê girîngîdana bi herêma Kurdistanê dide, spasî şah Abdullahê duyem şahê Urdinî kir û got ku pêwendiya di navbera Urdin û kurdan de pêwendiyekî dîrokî ye û ew welat jî pêgehekî taybetiya xwe li cem gelê Kurdistanê heye û daxwaz ji wezîrê tendirustiyê Urdin jî kir ku silav û rêzên wî bigihîne şah Abdullahê duyemê.
Top