• Wednesday, 03 July 2024
logo

Ragihandinek Li ser terorkirina Serdeşt hat belavkirin

Gulan Media September 15, 2010 Nûçe
Ragihandinek Li ser terorkirina Serdeşt hat belavkirin
Di ragihandineke de lîjneya lêkolînê ya terorkirina xwendekar û rojnamevan Serdeşt Osman de hatiye ku si ser fermana birêz serokê Herêma Kurdistanê ji bo aşkerekirina bikujên tawanlêkirî lîjneyeke taybet bi lêkolîna li ser vê dosyeyê hate pêkanîn. Lîjne dest bi karên xwe kiriye û destpêkê çend şahîdên nêzik li cihê bûyerê wergirtiye ku bi çavê xwe dîtine ku çawa navborî bi otomobîleke cure Honda(mînî bas) rengê sipî ya hejmara Bexdayê hatiye revandin.
Piştî komkirina çendîn zanyariyan ji çavkaniyên cuda ji aliyê lîjneya lêkolînê ve, derketiye ku destê kesekî ser bi Gruba Ensan El Îslamê yê bi navê Haşim Mihemed Îsmaîlê 28 salî ku bi esl kurd e û akinciyê bajarê Mûsilê ye, di şehîdkirina navborî de heye.
Di dirêjiya ragihandinê de hatiye ku piştî lêkolînê, tometbar tawana xwe îtîraf kiriye ku di rêkefta 4-5’ê 2010’ê de ji aliyê berpirsê wê bandê yê bi navê A.A ve hatiye agahdarkirin ku biçe bajaroka Şergatê ya ser bi parêzgeha Selahadînê û li wir pêwendî bi endamekî din ê vê yê wê bandê yê bi navê A.M bike ku emanetekê ji wî werbigire û bigihîne bajarê Mûsilê. Ji ber ku navborî Mûsilê nas dike û tometbar çûye cihê diyarkirî û li wir ji sê tometbarên vê bandê otomobîlekê wer digire ku tawanlêkirî tê de bûye û dest, ling û devê wî hatine girêdan. Paşê tometbar otomobîlê diajo û digel tometbar A.M diçe bajarê Mûsilê û li taxa Întîsarê otomobîl û tawanlêkirî teslîmî berpirsê wê bandê yê bi navê A. A kiriye.
Piştî çend rojan ji aliyê berpirsê wê bandê ve tometbarê ku hatiye destgîrkirin zaniye ku tawanlêkirî hatiye kuştin û li gor gotinên navborî, sedema kuştina wî vedigere bo wê yekê ku Serdeşt Osman Hesen soz daye wê grubê ku kar bo wan bike lê wî karên wan bicih neaniye.
Di dawiya ragihandinê de hatiye ku îfadeya tometbar ji aliyê dadwerê dadigeha lêkolînê ya Hewlêrê ve hatiye wergirtin û ew ji bo destgîrkirina tometbarên din ên vê bandê di hewlên xwe de berdewam in.
Top