Otobaseka sivîlan li Colemergê hat teqandin û 8 kes hatin kuştin
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di navbera navçeya Durankaya û gundê Geçîtliyê de ku 28 km. dûrî Colemergê ye, mayînek di otobusekî welatiyan de teqiyaye û li gor encamên destpêkê 8 kes canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûne.