• Wednesday, 03 July 2024
logo

Nexweşxaneka hevbeşa Urdinî-Kurdistanî li Hewlêrê tê avakirina

Gulan Media September 15, 2010 Nûçe
Nexweşxaneka hevbeşa Urdinî-Kurdistanî li Hewlêrê tê avakirina
Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li Hewlêrê pêşwazî li Nayîf Hayîl wezîrê saxlemiyê yê Urdinê û şandeya pê ra kir.

Di dîdarekê de ku wezîrê saxlemiyê û wezîrê xandian bilind û lêkolînên zansitî yên hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, serokê hikûmetê behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistan û Urdinê kir û got: Ew peywendî dîrokî ne, divê weke esasê hevkarî û hevahengiyê di navbera her du aliyan de bên bikaranîn, bi taybetî piştî serdana cenabê serokê herêma Kurdistanê bo welatê Urdinê têkeliyên herêma Kurdistanê bi Urdinê re ketin di qonaxeke nû de.

Herwesa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku şah Ebdula şahê Urdinê hertim bi çavaekê dostînî li tevaya xelkê Îraqê bi hemû pêkhatana dinêre û ev helwest ji bo gelên Îraqê cîyê rêx û hurmetê ye.

Di dîdarê de behsa pirojeyê avakirina nexweşxaneya hevbeşa urdinî-kurdistanî kir, bi awayekî ku bibe hokarê zêdetir hêsankariyê bo hevwelatiyên Kurdistanê û guhestina tecrûbe û şarezayîya warê saxlemiyê ji Urdinê bo herêma Kurdistanê.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û wezîrê saxlemiyê yê Urdinê behsa geşepêdana şiyanên zanistî yên dixtorên Kurdistanê û vekirina kursan li nexweşxaneyên Urdinê bo dixtor û kadiroyên warê tendirustiyê yên herêma Kurdistanê.
Top