• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li herêma kurdistanê sala xwendinê 2010-2011 dest pê bû

Gulan Media September 15, 2010 Nûçe
Li herêma kurdistanê sala xwendinê 2010-2011 dest pê bû
bi helkefta destpêkirin bi sala nû ya xwandinê Sefîn Dizeyî wezîrê perwerda hikûmeta herêma Kurdistanê û Newzad Hadî parêzgarê Hewlêrê û rêvebirên perwerdeyî û çendîn mamoste Di rêûresmekê de amade bûn û çend gotarek hatin xwendin, ku tekez li ser cora sîstema nû ya xwandinê li xwandingehan dikirin û basa rêje û hejmara xwandevan li hemû xwandingehên herêmê jî hat kirin.


Sefîn Dizeyî wezîrê perwerdeya hikûmeta herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û tê de tekzî li ser cudayîya navbera şêweya beşdarbûna îsal û salên berê û şêweya prosesa xwandinê kir.


Sefîn Dizeyî got, ku hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam giringî daye biwarê xwandinê û berdewam pîkol kiriye arîşeyên xwandinê li herêma Kurdistanê çareser bike, da ku xwandin li herêma Kurdistanê wek sîstemên pêşketîyên cîhanê pêngavan bavêje.


Wezîrê perwerdeya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand, ku her ji ber van pêkolên hikûmeta herêmê niha li herêma Kurdistanê sîstema xwandinê sîstemeka cîhanî ye û ji hemû alîyekî ve û di hemû qonaxan de guhertin bi ser de hatiye kirin.


Di vê bareyê de rêvebirê giştîyê perwerdeya Hewlêrê Pakîze Tel`et di bêjedanekî de ragihand, ku ew dê evsal bi hemû şêweyekê û bi zanistî pîkolan bikin, da ku sîstema nû ya xwandin û perwerdekirinê serkevtinê bi dest ve bihîne.


Pakîze Tel`et weha jî got, ku di havîna evsal de wan bi alîkariya hemû aliyekê kar ji bo çareserkirina xalên lawaz û negatîvên nava sîstema nû ya xwandinê kirine, da ku sîstema nû ya xwandinê evsal serkevtineka baştir bi dest ve bihîne.


Pakîze Tel`et weha jî da zanîn, ku wî bi xwe bawerî bi sîstema nû ya xwandinê ya li herêma Kurdistanê heye û bi bawerîya wî dê ev sîstema han li herêma Kurdistanê serkevtinê bi dest ve bihîne. Tel`et di heman de mê de got, ku sîstema xwandinê ya li herêma Kurdistanê di sala nû ya xwandinê de sîstemeka cîhanî ye.
Top