• Wednesday, 03 July 2024
logo

bo cara yekê di dîroka Turkiyê de xwendina bi zimanê Kurdî dest pê kir

Gulan Media September 14, 2010 Nûçe
bo cara yekê di dîroka Turkiyê de xwendina bi zimanê Kurdî dest pê kir
bo cara yekê di dîroka Turkiyê de xwendina bi zimanê Kurdî dest pê kir

Dr. Qedrî Yildirim Cîgirê serokê zanîngeha Artuklu a Mardînê li bakûrê Kurdistanê ragihand, ku dê îsal bo cara yekê di dîroka Turkiyê de xwendina bi zimanê Kurdî dest pê bibe û dê 20 xwendevan di beşa ziman û koltora Kurdî de ya ser bi peymangeha ziman a zanîngeha Artuklu xwendina xwe ya akademîk dest pê bikin.


Yildirim herweha got, ku dê tomarkirina navê xwandevanan ji roja 15 vê heyvê dest pê bibe û heta roja 30 vê heyvê berdewam be.


Cîgirê serokê zanîngeha Artuklu a parêzgeha Mardînê ya li bakûrê Kurdistanê weha jî da zanîn, ku heger kesek bixwaze di beşa ziman û koltora Kurdî de bixwîne gerek formeka taybet li zanîngeha wan dagre.
Top