• Wednesday, 03 July 2024
logo

Li herêmê atmosfera referandûmê

Gulan Media September 12, 2010 Nûçe
Li herêmê atmosfera referandûmê
Li Tirkiyeyê derbarî guherîna destûra bingehîn de referandûm tê kirin û li derên ku Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) bihêz e eleqeya referandûmê kêm ma.

Li gorî nûçeya CHAyê, li deverên ku BDP bi hêz e, li hemberî kesên ku xwestin ji yên ku dengên xwe bikarbînin re bibin asteng polîsan bergiriyên fireh girtin.

Li gel bergiriyên fireh, li gelek deveran beşdarbûna referandûmê kêm ma, lê li hinek bajaran jî guhdarkirina boykotê nebû. Heta nîvroyê tabloya giştî ya herêma Başûrêrojhilatê wiha bû:

Li Colemêrgê boykot

Li Colemêrgê, ji ber zêdebûna operasyonên leşkerî û kuştina 9 PKKiyan tansiyon bilind e û eleqeya hemberî sindoqê jî kêm ma. Di demjimêrên sibehê de derveyî hêzên ewlekariyê li dor sindoqan kes nebû. Di navenda bajêr de esnafan deriyên kargehên xwe venekirin û welatî ji malên xwe dernektin.

Li Şirnexê eleqe kêm e

Li Cizîra Şirnexê jî eleqe bo dengdanê kêm ma lê hin kesan jî dengên xwe bikaranîn. Li Cizîrê bergiriyên fireh hatin girtin. Li bajaroka Kumçatiyê pevçûna referandûmê derket û gelek leşker bo bajarokê hatin şandin.

Li Mêrdînê 7 binçavkirin

Komeke 30 kesî, xwestin ku li Nisêbînê çûyîna ser sindoqan asteng bikin û molotof avêtin Lîseya Atatürkê ya ku li Bulwara Şîrîn bû. Polîsan 7 kes girtin binçavan.

Li gundê Öcalan boykot kun bû

Li Rihayê li gel bangên boykotê, eleqeyeke mezin bo dengdanê hate nîşandayîn. Gundê lîderê PKKê Abdullah Öcalan Ömerliyê, ji 359 hilbijêran 23 kesan dengên xwe bi kar anîn.

Li Meletî boykot nîne

Li Meletî hilbijêr, bo dengdana gel eleqeyeke mezin nîşan dan. Di demjimêrên sibehe de dengdan dest pê kir û dûvikên dirêj bo bikaranîna dengan çêbûn.

Semsûr aram e

Li Semsûrê jî bergiriyên mezin hatin girtin û referandûm aram derbas dibe.

Li Entabê 4 hezar polîs hatin erkdar kirin

Li Entabê dengdayîn aram dest pê kir û li gel biryara boykotê ji referandûmê re eleqe mezin bû. Bo ewlekariyê 4 hezar polîs hatin erkdarkirin.

Li Dêrsimê boykotê re eleqe kêm ma

Li gel bangên boykotê li Dêrsimê çûyîna ser sindoqan zêde bû. Li Dêrsimê jî bergiriyên ewlehiyê di asta herî bilind de bûn.

Li Deryaspî alozî

Bajarên Deryaspî Mêrsîn, Adana û Antalya ku BDP li wan deran bihêz e, bi îdiaya ku çûyîna ser sindoqan asteng kirine polîsan bergiriyên mezin li dorî sindoqan girtin. Hinek hilbijêran di bin çavdêriya polîsan de dengên xwe dan.

Jêder: Aknews
Top