• Wednesday, 03 July 2024
logo

Di operasyonên pêş rêfrandûmê de 200 kes hatin binçavkirin

Gulan Media September 11, 2010 Nûçe
Di operasyonên pêş rêfrandûmê de 200 kes hatin binçavkirin
Rojek berî encamdana rêfrandûma guhartina destûra bingehîn a Turkîyê, hemberî kampanyagerên boykotê yên Partiya Aştî û Demokrasîyê operasyonek hat encamdan û êzîkî 200 kes hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeyên ku CHA û ANFê belavkirine, di operasyona ku hemberî kampanyagerên “boykotê” yên BDPê hatin meşandin de, li Colemêrgê 60, Batmanê 13, Wanê 22, Agirî 20, Stenbolê 32, Adanayê 20 û Mêrsînê jî 17 kes hatin binçavkirin.

Li mal û kargehên kesên ku hatine binçavkirin lêgerîn hatin kirin û komputer û CD hatin destserkirin û derbarê mijarê de jî Parêzgeha Wanê daxuyaniyek da û got ku ev operasyon û binçavkirin bi kampanya boykotê û ewlekarîya piosa dengdana li ser guhertina destûra welat ve girêdayî ye.

Li gorî CHA yê kesên hatine binçavkirin guneha wan ew bû da ku gel neçe ser sindoqan zext dikirin, lê li gorî ANFê kesên ku hatine binçavkirin erkdarên sindoqan in.

Ji 20 kesên ku li Agirî hatibûn binçavkirin 13 kes ji hêla dadgehê ve hatin girtin û li Colemêrgê jî ewlekariya hilbijartinê di asta herî bilind de tê girtin.
Top