• Wednesday, 03 July 2024
logo

Salvegera êrişên terorîstane yên 11 rezberê

Gulan Media September 11, 2010 Nûçe
Salvegera êrişên terorîstane yên 11 rezberê
Îro Emerîka nihemîn salvegera êrişên 11ê rezberê ko di encamê de 3 hezar kes jiyana xwe ji dest dabûn,bibîr tîne.
Ji aliyekî din ve plana avakirina navendeke islamî li nêzîkî cihê êrişan li New Yorkê, nerazîbûneke tund li nav emerîkiyan çêkir. Alîgirên avakirna mizgeftê jî doh êvrî xwepêşandenk li darxistin.

Li hêleke din keşayê dêra Folrida, Terry Jones yê ko tevliheviyeke mezin di cîhana islamî û emerîka de bi biryara şewitandina Quranê di 11ê semptemberê de çêkiribû, giha New Yorkê û li gor ragihandina kanala CNN ew dê bi imam Mihemed Misrî re biaxive. Herweha wî ji kanalê re ragihand ko imam Feisel soz daye ger ew Quranê ne şewitîne, dê cihê avakirina mizgeftê biguherînin.

Imam ji hêla xwe ve dibêje ko ev yek ne rast e û wî soza hevdîtinê nedaye, ne jî veguhestina cihê mizgeftê di dest wî de ye.

Di 11ê rezbera 2001 de navenda bazirganî ya cîhanî World Trade Center li New Yorkê ji hêla çend kesên terorîstên Elqayda ve hatibû êrişkirin û di encamê de 3 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.
Jêder: Aknews
Top