• Friday, 29 November 2024
logo

Şivan Perwer: "Têrê nake lê erê"

Gulan Media September 11, 2010 Nûçe
Şivan Perwer:
Hunermendê kurd Şivan Perwer ku di asta cihanê de navdar e, helwesta xwe ya derbarî referandûmê de eşkere kir û got: “Têr nake lê erê”.
Perwer, derbarî referandûma guherîna destûra bingehîna 12ê îlonê de nêrînên xwe bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kirin, nûçeyên wekê ku ‘ew li dijî biryara boykotê ya BDPê derketiye’ derewandin.
Perwer got, “Helbet, biryara ‘boykot’ê jî bi qasî ‘erê’ û ‘na’ meşrû ye. Bi serê xwe helwesteke û hemberî vê rêzdar im.”
Perwer got, ew guherînên destûra bingehîn bes nabîne, lê guhertinên bi awayeke qismî be jî girîng dibîne û helwesta xwe wek “Têr nake, lê erê” eşkere kir.
Perwer, li gel biryara agirbestê ya PKKê, hemberî operasyonên ku ji hêla Artêşa Tirk ve têne meşandin jî derket û bang li Erdoğan kir ku operasyonan rawestîne.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, di axaftinên xwe yên derbarî pirsgirêka kurd de, ji Perwer xwestibû ku vegere welêt. Parlamenterên AK Partiyê li Ewropayê bi Şivan Perwer re rûniştibûn û daxwaza vegerê bi aweyeke resmî pêşkêşî wî kiribûn.
Li Colemêrgê Artêşa Tirk operasyon kiribû û di encama pevçûnê de 9 PKKiyan jiyana xwe ji dest dabûn.
PKKê ji 13ê tebaxê heta 20ê îlonê biryara bêçalakî girtibû.
Guherîna destûra bingehîn ku ji hêla Parlamentoya Tirkiyeyê ve hatibû qebûlkirin, sibê dê bikeve dengdana gel.
Jêder: AKnews
Top