• Monday, 22 July 2024
logo

Pênc milyon zarokên sêwî li Iraqê hene

Gulan Media September 11, 2010 Nûçe
Pênc milyon zarokên sêwî li Iraqê hene
Li gor ragihaneka wezareta kar û karûbarên civakî ya Iraqê, nêzîkî milyon zarokên sêwî li Iraqê hene. Ev rêje ya han jî, ji %16 ê hemû hawelatîyên Iraqê ye.
Li gor vê ragihanê, ji van pênc milyonan jî bêtirî 600.000 zarokan li ser cadeyan dijîn û rewşa jîyana wan gelek nexweş e û di metirsîyê de ne.
Dema ku ev ragihandin jî hat bihîstin, çend kes û grûpên ji olên cor bi cor li parêzgeha Vergeniya ya Amerîkayî kombûek saz dan û xweztin, ku çareyekê bibînin.
Ji alîyê din ve, torra (şebekeya) çalakîyên Muslimanên Amerîka AMAN û desteya alîkarîya Islamîya Emrîka jî, dest bi komkirina alîkarîyan ji van zarokên Iraqê re kirin.
Di encama karê vê torrê de 12 milliyon û 200.000 Dollar ji van zarokên Iraqê re hat komkirin û gerek ev kujmeya parey, ji bo çavdêrîkirina jîyana van zarokan bihê mezaxtin.
Desteya Alîkarîyê ya Islamî jî, niha çavdêrîya 27.500 zarokên sêwî dike û ev zarokane yên 20 welatên cîhanê ne û pirranîya wan zarokan, ji Asiya, Afrîka û rojhilata navîn in
Top