• Monday, 22 July 2024
logo

BDPê li cihê cejnê behî dana

Gulan Media September 10, 2010 Nûçe
BDPê li cihê cejnê behî dana
Li Tirkiyeyê, Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) bi armanca protesto kirina kuştina 9 şervanên PKKê li Colemêrgê, paçek reş li ser avahiya Navenda Giştî ya xwe li Enqereyê bilind kir.

Li gor nûçeya CHAyê, BDPê bo şermezar kirina kuştina 9 şervanên PKKê di encama operasyona artêşa Tirkiyeyê li Colemêrgê, şîn ragihand û bi betal kirina pîrozbahiyên cejna Remezanê, paçek reş bi avahiyê partiyê yê Enqereyê ve daliqand.

Di encama operasyona artêşa Tirkiyeyê de ku 3 rojan beriya niha li Colemêrgê pêk hat, 9 şervanên PKKê jiyana xwe jidest dabûn.

Li Wanê û Colemêrgê bi mebesta protesto kirina operasyonan xwepêşandan hatibûn sazkirin û dinavbera polis û xwepêşanderan de alozî derketibû.
Top