• Wednesday, 03 July 2024
logo

Kurdên rojava mada 49an şermezar kirin

Gulan Media September 10, 2010 Nûçe
Kurdên rojava mada 49an şermezar kirin
Li bajarê Düseeldorfê ya Elmanya nêzîkî 100 kesan ku di nav wan de Elmanî jî hebûn mersûmê 49 ya hikûmeta sûrya şermezar kirin.
Kurdên ji tevaya Elmanya ber bi bajarê Düsseldorfê ve bi rê ketin. Li wir mitinga ku Partiya Yekîtiya Kurdistan li ber sefareta Amerikayê amade kiribû bi gelek durişman hate diyarkirin.
Ji wan durişman protestoya madeya 49an bû. Mersûmê 49an ya ku jiyana kurdên rojavayê Kurdistan (Kurdên Sûriyê) xistiye metirsiyeke dîrokî. Ew jî weko zincîra dawî û berdewamiya pilanên din yên tunekirina kurdan bû, ji wan pilanan, serhijmara 1962 û Kembera Erebî ya ku li gorî wê erd û zeviyê kurdan ji wan standin û ereb xistin anîn gundên wan.
Top