• Wednesday, 03 July 2024
logo

Akın Birdal rastî êrişê hat

Gulan Media September 10, 2010 Nûçe
Akın Birdal rastî êrişê hat
Akın Birdal parlamenterê BDPê yê Diyarbekirê, li mîtînga partiyê li Bursayê rastî êrîşa xortekê tirk hat.
Li gor nûçeya CHAyê, dema ku Birdal di mîtînga BDPê de li Bursayê daxifî, ji alîyê xortekê tirk perest rastî êrişê hat.
Di wê navberê de alîgirên BDPê li ciwanê êrişkar dan û Polîsan bi zorê ew ciwan ji nav destê alîgiran derxist.
Li gor nûçeya ANFê jî, ciwanê êrişkar dema ku êrişî ser Birdal kir wiha go “Ez polîsê sivîl im”.
Di wê aloziyê de, berpirsekê BDPê birîndar bû û yekî krîza dil derbas kir û her du jî rakirin nexweşxaneyê.
Top