• Wednesday, 03 July 2024
logo

Daxuyaniya Komeleya Nivîskarên Kurd

Gulan Media September 9, 2010 Nûçe
Daxuyaniya Komeleya Nivîskarên Kurd
Ji çapemenî û raya giştî re;
An vî agirî vebirînin an jî dê ev agir me tevan bişewitîne!
Pêvajoya ku gelê Kurd tê de ye pêvajoyeke grîng û krîtîk e. Di van demên dawîn de gelek bûyer qewimîn û hemû bûyer û helwesta li hember bûyeran bi her awayî pêwendîdarê gelê Kurd e. Di vir de pozîsyon û helwesta gel di ser her tiştî re ye.
Weke tê zanîn; PKK’ê ji 13’ê Gelawêjê heta 20’ê Rezberê şer rawestand û diyar kir ku ‘operasyonên leşkerî bêne rawestandin, agirbest bi rengê dualî bimeşe; endamên koma aştiyê û ji 1700’î zêdetir siyasetmedarên Kurd bêne berdan; ji bo çareseriyê divê ku aliyê Kurdan wekî hêza îradî û siyasî muxatab bê dîtin û birêz Ocalan di vê pêvajoyê de xwedî rist be; her wiha divê ku benda hilbijartinê bê rakirin.’
Ji bo ku bersiveke baş bê dayîn biryarê PKK’ê zêde nehat nîqaşkirin. Tenê ji aliyekî ve hate nîqaşkirin. Kurd di van nîqaşan de nehatin dîtin. Rewşenbîr û nivîskarên Kurd di van nîqaşan de mîna welatên pêşketî cidî nehatin girtin. Di navbera çend teorîsyen û nivîskaran de guftûgo geş bû û tefiya.
Lê mixabin dîsa jî opersayon her dewam kirin.
Hêzên taybet bi lezgînî li Kurdistanê û li ser sînoran hatin bi cîhkirin.
Nîqaş û pevçûnên navxweyî yên navbera du rêxistinan de yên li ser referandûmê her didomin û di van guftûgoyan de qet hesabê kurdan nehate kirin û hîn jî nakin; lê Kurd jî jiber ku weke neteweke herî pir ji hêla vê desthilatdarîyê hatibû kuştin û asîmilekirin mafê wan bû, ku di vê zagona bingehîn de jibo mafên wan cîh heba. Lê mixabin bi hatina serokwezîrê Tirkiyê ya Amedê mizginîya ku da vî gelî girtîgeheke ku wê nû bê vekirin bû. Ev yek weke rewşenbîr û nivîskarên kurdan jibo pêşeroja netewa me û hemû kêmnetew û kesên din yê ku dibin zordarîya vê desthilatdarîyê de ye me dixe nava guman û pirsan. Gelo bi van polîtîkayan li vê erdnîgarîyê heta hetayê wê jibo azadî û wekhevîya netewên bindest wê tiştek neguhere?
Daxwaz û dengê wicdanê me dibêje gelê kurd weke model ji xwe re çi dixwaze mafê wî ye ku bijî. Encama referandûmê çi dibe bila bibe jibo me tiştê herî girîn roj berî rojê çareserkirina pirsgirika gelê kurd. Di vir de kî dibe bila bibe eger roleke wan hebe divê karibin rola xwe bilizîn.Riya dialog û muzakereyê jibo çareserkirinê bibe nebe divê roj berî rojê bi cih were.
Ji sî salan zêdetir e rojeva Kurdan û ya Dewletê ji hev cuda ye. Dewlet Kurdan û daxwaza Kurdan nabîne, naxwaze Kurdan bi Kurdîtiya wan bibîne. Lê rastiyek heye ku di derveyê dewletê û hişmendên dewletê yên xwedî hişên çargoşe ne tê de hemû alî, hemû hêz û hemû dinya Kurdan û dewletê li hember hev dibîne û muxatabê hev dibîne. Bi tenê dewlet nabîne û naxwaze vê yekê bibîne.
Em wekî rewşenbîr û nivîskarên Kurd vê rastiya ku her kes dibîne û dewlet bi tenê nabîne dîsa bi bîra dewletê dixînin û dibêjin ku; Kurdan û berpirsên Kurdan, siyasetmedarên Kurdan, îradeya Kurdan binase û bibîne û muxatab bigire, da ku çareseriyeke mayînde pêk were. Em wekî Komeleya Nivîskarên Kurd ji aliyê nivîsbariya Kurdan de amade ne ku peywira xwe di vî warî de bînin cî.
Çend roj şûn de cejna Remezanê ye, di çanda Rojhilata Navîn de cejn çi qas rîtuelên olî bin ew qas jî ji bo aramî û aştiya nava civakê demên lihevhatinê ne. Cejn sedem in ku dijber bi hev re pêwendî deynin û li hev werin.
Em wekî komeleya Nivîskarên Kurd hêvîdar in ku Cejna Remezanê bibe sedem ku aştî û aramî bê nava gelê Kurd û ji bo gelan bibe mizgîna rojên xweş. 07.09.2010
Li ser navê Lijneya Rêveber a Komeleya Nivîskarên Kurd
Serokê Lijneyê Mehmet Devîren
Top