• Wednesday, 15 May 2024
logo

Karîkatorîstê Denîmarkî xelata azadiya derbirînê wergirt

Gulan Media September 9, 2010 Nûçe
Karîkatorîstê Denîmarkî xelata azadiya derbirînê wergirt
Angela Merkel duhî li Postdamê xelata azadiya bîrderbirînê radestî karîkaturîstê Denîmarkî Kurt Westergaard kir.
Eymen Mazyek, weşanger û endamê komîta navendî ya misilmanên li Elmanya got: Merkel rêzgirtina kartonistekî ko pêxemberê me binpê kiriye, dike. Herweha siyasetmedara partiya keskan jî Merkel rexne kir.
Di 2005an de Westergaard karîkatorekî pêxember Muhemd,di rojnameya denîmarkî Jyllands Posten de weşand. Misilmanan li tevaya cîhanê dijî wî protesto kirin û Westergad ji wê demê ta niha di bin gefa kuştinê de ye. Rojnameya wî di bin guvêşê de lêbuhurîna xwe xwestibû.
Top