• Thursday, 16 May 2024
logo

Cîgirê serok Obama gihîşte Hewlêrê

Gulan Media September 2, 2010 Nûçe
Cîgirê serok Obama gihîşte Hewlêrê
Duhî roja çarşemiyê 01.09.2010ê li bajarê Hewlêrê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê pêşwazî li Joseph Biden cîgirê serokê Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) û şandeya pê re kir.
Di civînekê de ku Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û Felah Mistefa serokê fermangeha peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê amade bûn, serok Barzanî kêfxweşiya xwe li hember serdana Joseph Biden cîgirê serokê Amerîkayê bo herêma Kurdistanê nîşan da.
Serokê herêma Kurdistanê, li hember rizgarkirina Îraqê û alîkarîkirina pirosesa avadankirina Îraqê, li ser navê hikûmet û gelê Kurdistanê sipasiya hikûmet û arteşa Amerîkayê kir.
Serok Barzanî hêvî xwast ku peywendiyên navbera herêma Kurdistanê û DYAyê, bi taybetî piştî vekişîna hêzên amerîkayî ji Îraqê û piştî DYAyî biryar dayî ku nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bilind bikin û konsolxaneya xwe li herêma Kurdistanê vekin, xurtir û berfirehtir bibin.
Di mijareke din de behsa rewşa siyasî û pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê hat kirin. Di vî warî de serok Barzanî û Joseph Biden tekîd li ser lezkirin li pêkanîna hikûmeteke niştimaniya hevbeş bo Îraqê, bi awayekî ku tu alî û qewareyên siyasî neyên îhmal kirin, kir.
Joseph Biden ji aliyê xwe ve silavên serok Obama gihandin serok Barzanî û siyaseta hekîmaneya serokê herêma Kurdistanê di Îraqa nû de bilind nirxand.
Biden got ku hikûmeta Amerîkayê giringiyê bi herêma Kurdistanê dide û bi xurtkirina peywendiyên domdirêj di navbera her du aliyan de pabende.
Weke tê zanî bi minasebta vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê Joseph Biden cîgirê serokê DYAyê serdana Îraqê kiriye û duhî êvarê gihîşte herêma Kurdistanê û li balefirgeha navdewletîya Hewlêrê ji aliyê Kerîm Şingalî wezîrê navxwe û Felah Mistefa serokê fermangeha têkeliyên derve ve hat pêşwazî kirin
Top