• Tuesday, 21 May 2024
logo

Ji ber daxwaza kurdên bakûr beşa Kurmancî ya AKnewsê carek din hat ve kirin

Gulan Media September 1, 2010 Nûçe
Ji ber daxwaza kurdên bakûr beşa Kurmancî ya AKnewsê carek din hat ve kirin
Piştî derbazbûna çend rojan bi ser nûçeya girtina beşên Almanî, Kurdî (Kurmancî), Tirkî û Farsî, Ajansa Kurdistanê (AKnews) ji ber daxwazên kurdên bakûr, carek din di beşa kurmancî ya xwe de dest bi karkirinê kir.
Li gorî Rêveberên AKnewsê Bedran Ehmed Hebîn ji bo ku beşên kurdî (Soranî), Erebî û Îngîlîzî berfirehtir bikin û di dema 24 demjimêran de ew beş nûçeyan belav bikin û vekirî bimînin, biryar da ku ji 30/8 û wê ve beşên Kirmancî, Tirkî, Farisî û Almanî bên girtin.
Piştî belavbûna wê nûçeyê, nerazîbûnên kurdên bakûr destpêkir, bi wê gunehê ku kurdên başûr zarava Kurmancî pişt guh dixin, her wiha daxwaza vekirina beşa xwe kirin. Çend çavkaniyên nûçeyan yên Kurdistana Tirkiyê di malpera xwe de AKnews ê bi malpera herî baş ya kurdan didin naskirin.
Her wiha destnîşan kirin ku AKnwsê bi kurmanciyek baş xizmeta gelê kurd dikir û ew çaverê bûn ku beşên din wekî Zazayî jî zêde bike ne ku Kurmancî bigre.
Îro Hebîb wiha daxuyand, “Beşa Kurmancî tê vekirin, ew jî ji ber daxwaziya zaf a kurdên bakûr bû, lê beşên Tirkî, Farsî û Almanî nayên vekirin”.
AKnews ajanseke niştimanî ya serbixwe ye ku destpêka Mijdara sala 2008’an hatiye damezirandin.
Top