• Tuesday, 21 May 2024
logo

Şanda DTK 5ê Îlonê serdana Herêma Kurdistanê dikin

Gulan Media September 1, 2010 Nûçe
Şanda DTK 5ê Îlonê serdana Herêma Kurdistanê dikin
Ahmet Turk û Aysel Tugluk hevserokên Kongira Civaka Demokratîk (DTK) roja 5ê vê mehê bo hevdîtina gel Celal Talebanî, Serokomarê Iraqê û Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê, serdana herêmê dikin.
Li gor agahiyên ku Aysel Tugluk daye nûçegihanê AKnews, şanda DTK dê di hevdîtina digel Celal Talebanî û Nêçîrvan Barzanî de, li ser mijara “­Konferansa Netewî” û dîroka lidar xistina konferansê nîqaş bikin.
Her wiha Tugluk behsa agirbesta yek alî ya PKK jî kir û ragihan ku yek ji mijarên vê hevdîtinê jî ev agirbeste.
Hevseroka DTKê got, em hewlên birêz Talebanî û berpirsên Herêma Kurdistanê bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê girîng dibînin.
Şanda DTK di serdana xwe ya tîrmeha borî de bo herêmê, daxwaza hevdîtin digel Celal Talebanî, sikirtêrê giştî yê YNK û Serokomarê Iraqê kiribû û ew daxwaz ji aliyê Talibanî ve hatibû pejirandin.
Li ser vê yekê, şanda DTKê dê roja 5 vê mehê serdana Herêma Kurdistanê bikin û digel Talebanî û Cîgirê Serokê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) hevdîtin pêk bînin.
Jêder: Aknews
Top