• Wednesday, 22 May 2024
logo

Robêrt Gêts ji nişkave geheşte Îraqê

Gulan Media September 1, 2010 Nûçe
Robêrt Gêts ji nişkave geheşte Îraqê
Robêrt Gêts wezîrê berevaniya Emrîka ji nişkave geheşt Iraqê, da ku beşdarîyê di rêûresmên derketina hêzên Emrîka yên şerker ji Îraqê bike.
Di vê navberê de berpirsên Emrîkayî weha didin xuyakirin, ku dê hêzên Emrîka careka din venagerin Îraqê.
Di heman dem de, hinek alîyên Emrîkayî nîşandidin, ku heger rewşa Iraqê xerab bibe, ew dê dîsan bikevin nav xaka Iraqê de.
Jozêf Baydin Cîgirê serokê Emrîka yê ku niha li Iraqê weha da xuyakirin, ku ew bawerin dê hêzên Iraqê bikaribin rewşa welatê xwe biparêzin.
Jozêf Baydin daxwaz ji serkirde û berpirsên Îraqê jî kir, ku pêdivîye ew bi lez hikûmeta nû ya Îraqê pêk bînin, da ku pirsên heyî bihên çareserkirin.
Top