• Tuesday, 21 May 2024
logo

FKKS: Di referandûmê de dengê ERÊ di berjewendiya kurdan de ye

Gulan Media September 1, 2010 Nûçe
FKKS: Di referandûmê de dengê ERÊ di berjewendiya kurdan de ye
Piştî darbeya leşkerî ya 12 îlona 1980ê li Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê bi hezaran hevwelatiyên me yên siyasî mecbûr man terka welatê xwe bikin û hatin li Swêdê bûn penaber.
Di referanduma 12 îlonê de yek ji xalên guhurîna pakêta qanûna esasî xala muweqet a 15mîn e ku bi rakirina wê sembolîk be jî rê li ber generalên derbekarên 12 îlonê vedike ku em penaberên kurd li Swêdê maxdûrê wê ne.
Bi guherandina qismî ya Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê hêvî ew e ku veseyeta eskerî- burokratîk ya Kemalîst qelstir û lewaztir bibe. Ev jî di berjewendiyê kurdan û demokrasiyê de ye. Wexta li Tirkiyê hêzên sivîl îktidar bin, demokratî ber bi pês ve here, dê ji vê yekê kurd jî fêdeyê bibînin û ji bona wê jî dengê ERÊ di menfeeta kurdan de ye.
Di guherandina qismî ya Qanûna Esasî ya Tirkiyeyê de gelek xalên din jî hene ku ji aliyê demokrasiyê, maf û azadî û yeksanî kes nikare li hember derkeve û ev nirx ji bona me girîng in; lewra mafê mirovî, demokrasî û yeksanî bingeha xebata me ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê ye jî.
Em FKKS hêvî dikin ev guherandin dê demokrasiya Tirkiyeyê pêşvetir bibe û xurttir bike. Kurd ji herkesî zêdetir hewcedariyê demokrasîyê ne. Li gel ku em dizanin ku bi van guhertinan pirsa Kurdî çareser nabe jî, lê ji bo guhertinên din dikare rê vebike.

31.08.2010
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

www.fkks.se
Top