• Tuesday, 21 May 2024
logo

Şivan Perwer ji bo piştgiriya Bawer Kevirî konserekê dide

Gulan Media August 31, 2010 Nûçe
Şivan Perwer ji bo piştgiriya Bawer Kevirî konserekê dide
Hunermendê kurd yê naskirî Şivan Perwer dê 4ê îlonê, roja şemiyê, seet 19.00-ê li Stockholmê konserekê ji bo piştgirya namzedê Parlamentoya Swêdê, Bawer Kevirî (s) bide û ji kurdên Stockholmê bixwaze ko di hilbijartinên 19-ê îlonê de dengê xwe bidin Bawer Kevirî û Sosyaldemokratan.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Demokrat ya Kurdistanê – Îran û Partiya Sosyalîst ya Kurdistanê – Tirkiye wekî partiyên mitefiqên Sosyaldemokratên Swêdê piştgiriya Bawer Kevirî û Sosyaldemokratan dikin û ji bo ko Bawer Kevir bêt hilbijartin divêt ew zêdetirî 8 000 dengan bistîne.
Komeleya kurdên Sosyaldemokrat li Stockholmê vê konser û minasebeta siyasî-kulturî amade dike û konser li Åsögymnasiuma li taxa Medborgarplatsenê çêdibe.
Jêder: nefel.com
Top