• Wednesday, 22 May 2024
logo

Serok Barzanî û Eyad Elawî ji bo pêkanîna hikûmetê li Hewlêrê civîyan

Gulan Media August 31, 2010 Nûçe
Serok Barzanî û Eyad Elawî ji bo pêkanîna hikûmetê li Hewlêrê civîyan
Duhî dûşemiyê 30.08.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Eyad Elawî serokê Lîsteya Iraqiye û şanda pêre kir ku ji hejmarek kesayetiyên vê lîsteyê pêkhatibûn.
Di vê hevdîtinê de her du alî behsa pêşhatên siyasiyên rojeva Iraqê kirin û sebaret bi pirsên girîngên pêkanîna hikûmetê û wan gotûbêjên di vî derbarî de di navbera lîsteyan tê kirin nirxandin.
Her wiha di vê hevdîtinê de tekîd li ser pêkanîna hikûmetekî hevbeş û ku tu alî neyên îhmal kirin hat kirin.
Di vê hevdîtinê de behsa asteng û giriftên li pêşiya pêkanîna hikûmetê hate kirin û her du alî tekîd li çareserkirina wan pirsgirêksn di çarçoveyê destûra Îraqê de û lezkirina pêkanîna hikûmetê kirin û ji bo derbasbûna welat ji vê pirsa siyasiya ku têketiye û daxwaz kir hemû alî bi hevbeşî ji bo çareseriya vê giriftê hewl bidin.
Top