• Tuesday, 21 May 2024
logo

Agadariyek bo swêdiyên li Îraq û Kurdistanê

Gulan Media August 31, 2010 Nûçe
Agadariyek bo swêdiyên li Îraq û Kurdistanê
Balyozxana Swêdê ya li Bexdayê di daxuyanîyekê de hawlatiyên swêdî yên li Îraqê û herêma Kurdistanê agadar dike ku ew dikarin li gor van adresên li jêr ji bo parlamentoya Swêdê (Riksdag), civata wîlayetan û civata şaredariyan dengê xwe bidin:

1- Sefaretxaneya Swêdê ya li Bexdayê ji roja 26ê tebaxê heta 12ê îlonê 2010ê . Hemû rojan, ji bilî şemiyê û yekşemiyê.
2- Konsolxaneya fexrî ya Swêdê ya li Hewlêrê 5-6 îlonê ji demjmêr 10:00- 17:00
3- Li hotêl Silêmanî palas li roja 7ê îlonê demjimêr 14:00-17:00 û 8ê îlonê demjimêr 09:00-12:00 û 14:00-17:00

Ji bo zaniyariyên zêdetir peywendiyê bikin bi:
www.swedenabroad.se /Baghdad
Tel:
00964 7700897015
00964 7700897015

E-mail:
[email protected]

Wek tê zanîn hilbijartinên Swêdê her çar sala carekê çê dibin û îsal roja 19ê îlonê 2010ê li sertaserî Swêdê roja dengdanê ye.
Top