• Wednesday, 22 May 2024
logo

Di heşt mehan de du milyar dolar sermaye li Kurdistanê hatiye razandin

Gulan Media August 30, 2010 Nûçe
Di heşt mehan de du milyar dolar sermaye li Kurdistanê hatiye razandin
Desteya sermayerazandinê (investment) ya herêma Kurdistanê ji destpêka îsal heta meha tebaxê ji 57 îzin ji bo karê sermayerazandinê li herêma Kurdistanê dane ku nêzîkî du milyar dolar sermaye li herêma Kurdistanê hatiye razandin
Heyder Mistefa rêveberê îstastîka desteya sermayerazandina herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dibêje: Ji destpêka îsal heta vê mehê, meha tebaxê sala 2010ê, 57 îzin ji bo karê sermayerazandinê di sektorên cihê de li her sê bajarên herêma Kurdistanê dane.
Mistefa got jî ku sermayeyê wan 57 îznan dike du milyar dolar ku yek milyar û 57 milyon li Hewlêrê, 186 milyon dolar li Silêmaniyê û 576 milyon dolar jî li Duhokê hatine razandin.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de serokê îstastîka desteya sermayerazandina herêma Kurdistanê got ku ew şûrket û kompaniyên îzin jê re hatiye dan komoaniyên misirî, tirkî, almanî û kompaniyên navxwe ne.
Top