• Wednesday, 22 May 2024
logo

Agahdarîyek ji desteya bilinda dîdara MEWLEWÎ ya bi ser Birêveberîya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmanî

Gulan Media August 30, 2010 Nûçe
Agahdarîyek ji desteya bilinda dîdara MEWLEWÎ ya bi ser Birêveberîya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmanî
Bo rêzlênana li bîrewerî û berhemên zana, daner û helbestvanê mezin yê gelê me Hezretê Mewlewî Tawegozî, rêveberiya giştî ya roşenbîrî û hunerî li Silêmaniyê di berdewambûna kar û çalakiyan de, rojên 9-10/10/2010an dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ saz dike. Em bang li hemû Mewlewînas, wêjevan, nivîskar û lêkolîneran dikin, bi taybetî ew birêzên ku karîna wan ya nivîsê di biwarê Mewlewînasînê de heye, dikarin ta 15/9an li ser van babetan binivîsin:
1- Mewlewî û îrfan û sofîgerî.
2- Mewlewî û wêjeya danberhevê.
3- Mewlewî û zimanê helbestê.
4- Mewlewî û “kelam û mentiq”
5- Mewlewî û eqîde.
6- Felesefe di helbestên Mewlewî da.
7- Xwendinên akademî ji nameyên Mewlewî re.

Têbînî:
1-Pêwîste lêkolîn li ser C.D. amadekirî be.
2-Ji hezar peyvî zêdetir nebe.
3-Hemû lêkolîn di pirtûkekê de çap dibin û di roja yekemîn de tên belavkirin.
4-Ew lêkolînên ku ji aliyê kumîta nirxandinê ve bên pesendkirin, di rojên dîdarê de tên pêşkêşkirin.

Bo zanyariyên zêdetir, win dikarin di rêya van navnîşanan re peywendiyê bi me re bikin:
Silêmanî, Girdî Endazyaran, kumîta bilind ya dîdara Mewlewî li “Berêweberêtî Giştî Roşinbîrî û Hunerî Silêmanî”
e-mail:
[email protected]
[email protected]

jimareya telefonê: 00964 53 318729
jimareya mobaylê: 00964 770 157 29 58

Desteya bilind ya dîdarê
Top