• Tuesday, 21 May 2024
logo

Hêzên Îranê li Merîwanê êrişî Kurdan kirin: 1 hate kuştin û gelek birîndar bûn

Gulan Media August 29, 2010 Nûçe
Hêzên Îranê li Merîwanê êrişî Kurdan kirin: 1 hate kuştin û gelek birîndar bûn
Hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê grûbek kurd dane ber teqeyan û di encamê de 1 hate kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Li gorî malpera “kurdistanukurd.com”, duhî şevê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê teqe li kasibkaran kirin û yek ji wan bi navê Cebar Buştam kuştin û çend kes jî birîndar kirin.
Hêjayî gotinê ye ku pêvajoya teqekirin û kuştina kasibkarên kurd li Îranê ji hêla hêzên ewehiyê ve çendîn sal e ku di rojevê de ye û bi wê sedemê hejmarek zaf kasibkar hatine kuştin, lê heya niha saziyên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê bi behaneyên curecur wî karê xwe dom dike.
Top