• Tuesday, 21 May 2024
logo

Yawer: pêwîste mada 140 berî vekêşana hêzên Emrîka bê bicihkirin

Gulan Media August 29, 2010 Nûçe
Yawer: pêwîste mada 140 berî vekêşana hêzên Emrîka bê bicihkirin
Cebar Yawer berdevkê wezareta pêşmerge a hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bû çapemeniyê got ku ji bona ku aramî û îstîqrar deverên nakokdar bê parastin baştire beriya hêzên amerîkî ji wan deveran vekişin madeya 140ê bê bicih kirin.
Yawer got: Her çende li deverên nakokdar ofîsên diplomasî yên Amerîkayê hene jî, lê tevê vê jî, ji bo parastina emniyeta wan deveran, beriya vehîşîna hêzên amerîkî ji Îraqê baştire madeya 140 bê bicihkirin. Bicihkirina wê madeya destûrî ne bi tenê di berjewendiya yek netewe de ye, lê di berjewendiya tevya îraqiyan de ye, ji ber ku rewşa deverê zêdetir aram dibe.
Li dor bajarê Kerkûkê jî Yaqwer got ku ev zêdetir ji salekê ya ku hêzên Amerîkayê li nav bajêr nemane, hemû qeza û nahiyeyên girêdayî bajarê Kekûkê ji aliyê hêzên amniyên navxwe û firqeya 12 a arteşa Îraqê ve tên parastin, û ”Piştî vekişîna hêzên amerîkayê jî her dê ew dever ji aliyê van hêzan ve bên parastin.”
Top