• Wednesday, 22 May 2024
logo

Rojnameya 'Rojev' jî hate girtin

Gulan Media August 29, 2010 Nûçe
Rojnameya 'Rojev' jî hate girtin
Rojnameya Rojev ya 4 roj piştî girtina Azadiya Welat dest bi weşanê kirî, ji bo mehekê hat girtin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya kurdî, piştî Rojnameya Azadiya Welat a li Tirkiyeyê wekî yekane rojnameya rojane ya kurdî weşanê dike ji bo mehekê hate girtin, Rojnameya Rojev a bi kurdî weşanê dike ku piştî 4 rojan dest bi weşanê kir jî hate girtin.

Rojnameya Rojev a di 13'ê Mijdara 2009'an de li Amedê dest bi weşanê kir lê piştî demekê navber da weşanên xwe di 24'ê tebaxa 2010'an careke din dest bi weşanê kir.

Hate zanîn, Rojnameya Rojev ji ber hejmara xwe ya duhî, bi hinceta di rûpela yekemîn de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ala PKK'ê cih girtiye bo mehekê hate girtin.

11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îstanbulê bi îdiaya ku "Propangandeya PKK-KONGRA-GEL" kir bo mehekê cezayê girtinê li rojnameyê sepand.

Dadgehê her wiha biryara komkirina hemû hejmara duhî da û derbarê Midûrê Karên Nivîsê û Xwediyê Rojnameyê de lêpirsînê da destpêkirin.

Hêjayî gotinê ye, di navbera 28-29’ê adarê de, cezayê girtinê li rojnameya Azadiya Welat hatibû birîn. Ji ser salê heta niha 3 caran li rastî cezayê girtinê hatiye. Azadiya Welat ji sala 2006 û şûn ve 8 caran hatiye girtin. 14’ê gulana 2010 166 sal cezayê girtîgehê li rêveberê karên nivîskî Vedat Kurşun hat birîn.

- Sala 2006-2009'ê 62 caran cezayê girtinê

Wekî tê zanîn, li Tirkiyeyê, çapemeniya Kurd bi girtin û zextan re rû bi rû maye. Ji bo çapemeniya kurd, tu mafê azadiya îfadeyê nehêlane. Di dema ku herî zêde behsa ‘pêşîlêvekirin’ê dihat kirin de, ango sala 2009'ê, 13 car rojname hatin girtin. Her wiha malperên înternetê hatin qedexekirin. Di vê demê de 26 rojnameyên bi kurdî ji 4’ê tebaxa 2006 heta 2009’ê 62 caran hatin girtin.

Jêder: AKnews
Top