• Tuesday, 21 May 2024
logo

Erdheja Îranê 3 kes kuştin û 40 jî birîndar kirin

Gulan Media August 28, 2010 Nûçe
Erdheja Îranê 3 kes kuştin û 40 jî birîndar kirin
Erdhejeka bi giraniya 5.9 li gorî pîvera rîxter li bajarê Damxan a Îranê da û ji ber wê 3 kes mirin û 40 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî televîzyona fermî ya Îranê şeva înê demjmêr “23:53” bi dema Tehranê, li deşta Kewîr ya bajarê Damxanê ku dikeve parêzgeha Simnan ya vî welatî, erdhejek bi giraniya 5.9 rîxter rû da û ji ber wê 6 gund rastî zîyanan hatin û bûye sedema mirina 3 kesan û birîndar bûna 40 kesên din.
Li gorî nûçegîhanên hundir yên Îranî piştî erdhejê heya niha 5 erdhejên biçûk jî rû dane lê ji ber wan tu kes zirar nedîtiye.
Hêjayî gotinê ye ku ji ber ketina Îranê li ser qawîşa erdhejê salane erdhejên bi hêz li vî welatî rû didin,
Top