• Tuesday, 21 May 2024
logo

Serokatiya Parlemanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê Civînek giring sazkirin

Gulan Media August 26, 2010 Nûçe
Serokatiya Parlemanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê Civînek giring sazkirin
Di destpêka civînê de serokê parlamentoyê behsa siyaseta herêma Kurdistanê ya di warê patrolê de kir û got ku qanûna patrol û gazê ya herêma Kurdistanê di dewreya beriya niha ya parlamentoya Kurdistanê de hatiye pesend kirin û kabîneya pêncê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ew qanûn xiste warê piraktîkê de. Kerkûkî rola wan hemû kes û aliyanê beşdarî di serxistina qanûnê û siyastea patrolê li herêma Kurdistanê de kirî bilind nirxand.
Serokê parlamentoyê got ku hemû ew kar û xebatên di warê patrolê de li herêma Kurdistanê hatîne kirin destkeftiyên gelek giringin û divê bên parastin.
Serokê parlamentoyê di berdewamiya axaftina xwe de got ku wezareta derametên xwezayê gelek bi dilsozî karê xwe kiriye û ya ku di van roja de di mediyayê de tê gotin û hindek parlamenter jî di daxuyaniyên xwe de behis dikin ne di berjewendiya herêma Kurdistanê de ye û divê hikûmeta herêma Kurdistanê zêdetir rastiyan di warê siyaseta patrolê de ji xelkê Kurdistanê ra zelal bike.
Kerkûkî got jî ku serokê herêma Kurdistanê daxaz ji parlamento û hikûmetê kiriye ku ji dahatiyê patrolê budceyeke taybet bo avadankirina Kerkûk û deverên din yên veqetandî bê berdest kirin.


Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di axaftina xwe de hêvî xwast ku hevkarî û hevahengiya zîdetir di nevbera parlamentoyê û hikûmetê de hebe û got:
- Hikûmeta herêma Kurdistanê di hemû pêngavên xwe de hewil daye ku şefaf be û siyasteke zelal peyrew bike da ku bikare bi awayekî gelek baş xizmeta pêşkeşî hevwelatiyan bike.
- Li ser dema kabîneya pêncê esasekî gelek baş hate danan û heta derceyekê pirsa karebê û enerjiyê hat çareser kirin. Kabîneya şeşê jî timamkera kar û xebatên kabîneya pêncê ye û me destketiyên giring bidestve anîne.
Serokê hikûmetê daxaz kir û ev civînên hevbeş berdewam bin û mekanîzmeke minasib ji bo parlamento haydarî karên hikûmetê be, hebe.
Di dawiya civînê de serokên lîste û qewareyên nav parlamnetoya Kurdistanê dîtin, têbînî û pêşniyarên xwe dane serokê hikûmetê û serokê parlamnetoyê û tekîd li berdewamkirina civînên hevbeş kir.
Top