Hejmareka teqînan di yek dem de li 7 bajarên Îraqê hatin encamdan, û di encam de 50 kes hatin kuştin 250 kesên din jî birîndarbûn. Hate ragihandin ku 15 kes di teqîna bajarê Kot û 15 ên din di heman demê de li teqînek bakûrê Bexdayê jiyana xwe ji dest dan. Êrişên din li Kerkûkê, Besra, Remadî, Kerbela û Felûca rû dan.