Serok Barzanî bi Parêzgarê Kerkûkê re civiya
![Serok Barzanî bi Parêzgarê Kerkûkê re civiya](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/barzanikekuk1234.jpg )
Di civînê de rewşa bajarê Kerkûk di warên cûda cûda de, bi taybetî girifta rojane û rewşa ewlehiya bajar hate axaftin û nirxandin. Her wiha li ser danîna bernameyeke rêkupêk ji bo berdewamî û dirêjepêdana wê projeya xizmetguzarîyên ku hikûmeta herêma Kurdistanê li Kerkûk cîh bi cîh dike guftugo hate kirin.
Her du aliyan tekez jî li ser hewldanên baştirkirina rewşa ewlehî û girîngîdana zêdetir bi wan cihên ku pêwîstiya wan bi xizmetguzariya zêdetir heye kirin.
Di civînê de, serok Barzanî piştgîriya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo xelk ûparêzgeha Kerkûkê nîşan da û pêdivî û çareserkirina pirsgirêkên bajar dûpatkir.