• Tuesday, 21 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li James Jefry Balyozê nû yê Emrîka li Iraq kir

Gulan Media August 25, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li James Jefry Balyozê nû yê Emrîka li Iraq kir
Di kombûneke li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê de, James Jefry Balyozê nû yê Emerîka li Iraq dûpat kir ku hemû kiryarên xwe bi navê pêşxistina pêwendiya dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Emerîka dixe rû.
Li hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê bi xêrhatina Balyozê nû kir û hêvî xwest ku li erkên xwe da serkeftî bibê û rola bi hêzkirina pêwendiyên di navbera Komara Iraqa Federal û Herêma Kurdistan û Wîlayetê Yekgirtiyên Emerîka da hebê û amadehiya xwe jî ji bo piştevanîkirina hewlên Balyozê nû derbirî.
Her wiha li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser rola Emerîka ya azadkirina Iraq ji dîktatoriyetê kir û tekîd jî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên du qoliyên di navbera her du alî de bi awayekî ku li berjewendiya her du alî da bê, kir.
Ji aliyê xwe ve Balyozê nû yê Emerîka li Iraq, spasî wê pêşwaziya germa Serokê Herêma Kurdistanê kir û xweşhaliya xwe jî bi nûnerayetî kirina welatê xwe li Iraq derbirî û tekîd jî kir ku hemû kiryarên xwe bi navê pêşxistina pêwendiya dostaneya di navbera Herêm û Emerîka dixe rû.
Paşê her du alî guftugo sebaret bi pirsa pêkanîna Hikûmeta Iraq û pêvajoya Iraqê bi giştî ji niha û piştî vekişana hêzên Emerîka li Iraq kir û tekîd li ser beşdariya hemû hevpeymaniyên serketiyên li Hikûmeta nû da kir.
Her wiha li vî warî de Balyozê nû nêrîna Emerîka sebaret bi Iraqê xiste rû ku welatê wan dixwazê asayîş û aramî berqerar bê û tekîd jî li piştevanîkirina Emerîka li proseya siyasî û demokratî li Iraq ku hemû Iraqî bikarin kar ji bo derbaskirina qonaxê bikin kir.
Top