• Tuesday, 21 May 2024
logo

Du kurd di hilbijartinên giştî yên Swêdê de berbijarin

Gulan Media August 25, 2010 Nûçe
Du kurd di hilbijartinên giştî yên Swêdê de berbijarin
Wekî tê zanin ku di 19 meha ilona 2010an de wê li Swêd hilbijartinên giştî pêk bê. Em du Kurdên welatperwer ji lîsteya Socialdemokratan a Stockholmê namzetê parlemenê ne. Me pêwîstî bi dengê gele xwe heye û ji bona vê armancê şevekê li dar dixin. Şeva me wê bi axaftina me herduyan û bi axaftina namzeta seroka şaredariya Stockolmê vebe. Her weha ev şev wê bi konsera ozanê me ê mezin Şivan Perwer berdewam be. Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku di şevê de amade bibin û yên nikaribin amade bin jî em hêvî dikin ku hûnê herin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin. Ji bona agahdariyên berfireh yên di derheqên hilbijartin û namzetên Kurdan de hûn dikarin têkilî bi min re deynin.

Li gel silavên dostanî
Bawer Kevir ESER
[email protected]
Cih/Plats: Åsö gymnasium
Tarîx/Datum: 4/9 2010
Roj/Dag: Şemî / Lördag Seet/Kl: 19.00–01.00
Bilêt/Inträdesbiljett: 150 SEK, Ungdom: 100 SEK
Top