• Tuesday, 21 May 2024
logo

Kurdek di bin îşkenceyê de mir û dayîka wî xwe şewitand

Gulan Media August 25, 2010 Nûçe
Kurdek di bin îşkenceyê de mir û dayîka wî xwe şewitand
Di girtîgeha Urmiyeyê ya Îranê de girtiyek kurd di bin îşkenceyan de canê xwe ji dest da û ji ber wê dayîka wî li ber deriyê girtîgehê xwe şewitand.
Li gorî Ajansa Nûçeya ya Hrana yekşemiya derbasbûyî efsereke girtîgeha Urmiyeyê bi navê Xanzad bi batomê li ser girtiyê kurd Behmen Mesûdî xistiye û di encamê de navbirî canê xwe ji dest daye.
Piştî ku nûçeya kuştina Behmen Mesûdî digihîje malbata wan, sibehiya duhî dayîka Behmen li pêşiya deriyê sereke yê girtîgeha Urmiyeyê benzîn li xwe kir û xwe şewitand.
Heya niha zanyariyên zêdetir derbarê rewşa tenduristiya dayîka Behmen li ber dest de nîne.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî amarên mafê mirovan îşkence yek ji wan riyan ne ku Komara Îslamî ya Îranê bê du dilî dijî xurtên gelê kurd bi kar tîne û salane di bin îşkenceyan de hejmarek zaf girtî canê xwe ji dest didin
Top