• Wednesday, 22 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Yekitiya Topapê ya Asya kir

Gulan Media August 24, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Serokê Yekitiya Topapê ya Asya kir
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li havîngeha Selahedîn pêşwazî li birêz Mihemed Bin Hemam Serokê Yekitiya Topapê ya Asya û Yusif Serkalî Cîgirê wî kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêr, Husên Seîd Serokê Yekitiya Topapê ya Iraq, Sefîn Kanebî Serokê Yekitiya Topapiyê ya Kurdistanê û hejmarek ji Serokên yaneyên werzişî amade bûn, Serokê Yekitiya Topapê ya Asya xweşhaliya xwe ji bo serdana Herêma Kurdistanê derbirî û behsa rewşa aramiyê kir û ji bo pêşxistina warê werzişê bi sedemeke harîkar da zanîn û paşê armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir û ragihand ku ev serdan ji bo dîtina projeya (Gol) û dezgeh û yarîgehên Kurdistanê û sebaret piştevanîya berdewama serok Barzanî ji Yekitiya Topapê ya Iraq û Herêma Kurdistanê re, spasîya Serok Barzanî jî hat kirin.
Her wiha li beramberda Serok Barzanî bi xêrhatina Serokê Yekitiya Topapê ya Asya û Cîgirê wî kir û behsa girîngîdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi warê werzîş û geşbûna kiryarên werzîşî li Kurdistanê kir û hêvî xwest ku Yekitiya Topapê ya Asya girîngiyeke zêdetir bide Herêma Kurdistanê, bi taybetî ku bingeh û yarîgehên baş lê hene û rewşa ewlehiyê cihgîre û dikare mîhvandarîkirina yariyên navdewletî bike.
beramberda Serokê Yekitiya Topapê ya Asya ragihand ku niha zêdetir girîngiyê bi Hewlêrê didin û li paşarojê de çend komîteyekên yekîtîyê dişînin bajarên din ên Herêmê da ku serdana dezgehên werzişî bikin.
Top