• Tuesday, 21 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandeyê Hêzên Emrîka li Iraqê û şanda pêre kir

Gulan Media August 24, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandeyê Hêzên Emrîka li Iraqê û şanda pêre kir
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li General Raimond Oderno Fermandeyê Hêzên Emerîka li Iraq û şanda pêre kir.
di hevdîtinê de guhertinên dawî û pêşhatên siyasi yên li ser grupên Iraqê hatin nirxandin. Di vî warî de balkişandin ser hewlên berdewam yên aliyên siyasi ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya li çarçêweya destûra Iraqê û tekez jî li ser girîngiya pêkanîna Hikûmeta hevbeşa nîştimanî û beşdarî kirina sercem aliyên serkeftî yên hilbijartina Parlemena Iraqê kir û hêvî xwast ku serkirdeyên siyasi bikarin bigihin çareseriyeke guncayî ji bo zalbûna li ser tengasî û aloziyan de.
Her wiha li vê hevdîtina di navbera Serokê Herêma Kurdistan û Fermandeyê Hêzên Emerîka li Iraqê pêngavên dawiya vekişana hêzên Emerîka bîr û ra li ser danustandinê kirin.
Top