• Tuesday, 21 May 2024
logo

Welatên herêmî û erebî destêwerdanê di karûbarên Îraqê de dikin û kurdan jî pirojeyeka dijber heye

Gulan Media August 23, 2010 Nûçe
Welatên herêmî û erebî destêwerdanê di karûbarên Îraqê de dikin û kurdan jî pirojeyeka dijber heye
Welatên herêmî û rosîya û welatên Erebî li bajarê Dîmeşqa paytexta Sûriyê ji bo yeklakirna pêkanîna hikûmetê alîyên îraqî li hev komdikin, alîyê kurdî jî bizava şikestina wê kombûnê dike.
Li gor rojnama Şerq Alawset ji bo amade kirina ew kongira ku biryare derbarê Îraqê li dîmeşqê were pêkanîn, dê wezîrê derve yê Turkîya seredana Sûrya bike û rawêjkarê şahê Seudîya Erebî çûye şamê û Eyad Elawî jî gehişt rosîya.
Wek tê zanîn armanc ji ew civîna ku tê çaverêkirin di vê heftîyê de li Dîmeşqê were girêdan dirust kirina lihevhatinekê ye ji bo çareserkirna kêşeya îraqê.
Ev kongre bi pêşinyara turkîya û bi çavdêrîya welatên erebî û beşdarîya rosîya ye, û mebest ji daxwaz nekirina Tehranê bo vê kongirê piştguh xistina komara Îslamî ya Îranê ye.
Lîsta dewleta yasayê bi serokatîya Malikî ku Îran piştevanîyê lê dike, dijayetîya vê kongirê dike û di vî barî de Elî Debax vê kongirê bi bê mifayî wesif dike û dibêje ku ew kongir, kongireyekê kilasîkîye nikare derbarê pêkanîna hikûmetê çi bike.
Kurd jî Ji alîyê xwe ve kongireka bi vî rengî bi dest têwerdanên derekî dizane.
Çend çavkanîyan xuya kir ku koma firakisyonên kurdistanî û malikî du piroje sebaret pêkanîna hikûmetê pêşkeşî lîsta îraqîye kirine û têde bas li çaksazîya hikometê û dezgehên cuda cuda û parvekirina desthelatê di navbera malikî û elawî ji alîyekî û kurdan û lîsta Elawî ji alîyekî din ve dike.
Top