• Wednesday, 22 May 2024
logo

Muhsin Se`dûn: Çi kes nikare hêzên Pêşmerge ji cihên arîşedar derxe

Gulan Media August 22, 2010 Nûçe
Muhsin Se`dûn: Çi kes nikare hêzên Pêşmerge ji cihên arîşedar derxe
Muhsin Se`dûn: Çi kes nikare hêzên Pêşmerge ji cihên arîşedar derxe
Muhsin Se`dûn Endamê perlemana Îraqê bi ser lîsta hevpeymanîya kurdistanê ragihand, ku ji niha û heta pêkanîna mada 140 ê dê hêzên pêşmerge li deverên arîşedar bin û li gor destûrê, ev çende ji mafê kurdaye.
Se`dûn herweha got, ku mana hêzên pêşmerge li van deveran tiştekê yasayî û destûrî ye û ji ber vê çendê, ne hêzên hikûmeta Nînewa û ne jî hêzên hikûmeta Baxdayê, dikarin hêzên pêşmerge ji wan deveran derbixin.
Cihê amaje kirinê ye ku Usama Nuceyfî serokê lîsta hedba ya Nînewa (Mûsilê) ragihandibû, ku hêzên pêşmerge dê li ser destê supayê Îraqê ji Mûsilê bên derxistin û weko bersivdannekê, Muhsin Se`dûn bi vî awayî bersiva Usama Nuceyfî da û xuyakir, ku mana hêzên pêşmerge li wan deveran di çarçovê destûra Iraqê de ye.
Top