• Wednesday, 22 May 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nedîm Zehawî Endamê Parlemena Britanya kir

Gulan Media August 22, 2010 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nedîm Zehawî Endamê Parlemena Britanya kir
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li havîngeha Selahedîn pêşwazî li Nedîm Zehawî Endamê Parlemena Britanya kir.
Di hevpeyvînê de, birêz Nedîm Zehawî xweşhaliya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê derbirî û behsa wan pêşketinan kir ku li hemû waran de li Herêmê hatine holê û bi kurtî jî di derbarê çawayiya bûna xwe ya Endamê Parlemena Britanya pêşkêşî Serok Barzanî kir.
Serok Barzanî xweşhaliya xwe bi bûna Kurdek bi Endamê Parlemena Britanya li Partiya Parêzgeran derbirî û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest ku bikare bi sedema wê pêgehê ve xizmeta komelgeha Britanî bike û li mafê gelê xwe de jî dakokîkar be.
Top