• Tuesday, 21 May 2024
logo

Yawer: Vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê bandorê li ser emniyeta herêma Kurdistanê nake

Gulan Media August 21, 2010 Nûçe
Yawer: Vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê bandorê li ser emniyeta herêma Kurdistanê nake
Cebar Yawer emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku vekêşana hêzên Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) tu bandore xwe li ser rewşa ewlehiya herêma Kurdistanê û deverên veqetyayî nake.
Cebar Yawer got ku vekêşana hêzên DYAyê ji Iraqê bi vî awayî yê ku Bexda û Washingtonê li ser li hev kirine ku, heta dawiya sala 2011ê tev hêzên amerîkî ji Iraqê vekêşin û bi tenê
50 hezar leşkerên Amerîkayê dê li Îraqê bimînin.
Cebar Yawer emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge dibêje: “Hêzên Iraqê û hêzên parastina sînor dikarin dosyeya ewlehiyê ya deverên nakokîdar bigirin ser xwe û piraniya aliyan jî amadebûna xwe nîşan dane ku ji bo bicihkirina madeya 140ê ya destûra Iraqê, bi mexseda çareserkirina pirsgirêka deverên cihê nakokiyan, bixebitin”.
Yawer got jî ku ev pitirî salekê ye hemahengiya temam di navbera hêzên parastina sinorî yên herêma Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê de li deverên nakokîdar heye, da ku her du alî parastina ewlehiyê bigirin ser xwe, û got: “Neteweyên Yekgirtî (NY) jî ji bal xwe ve di hewla çareserkirina pirsgirêkên wan deveran de ye”
Top